Li Agiriyê û Bedlîsê siyasetmedar û sendîkakar hatin desteserkirin

Li Agiriyê û Bedlîsê siyasetmedar û sendîkakar hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Polîsan bi ser mala Serokê Rêxistina HDPya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn de girt û ew desteser kirin. Li Agiriyê jî polîsan di saetên serê sibehê de bi ser malan de girtin, Serokê Şaxa DÎSKê Ersîn Erîncîk, Hevserokê HDPê yê navçeya Navendî Îsmaiîl Çîtfçî jî di nav de 5 kes desteser kirin. 

Polîsan îro danê sibê li navçeya Tetwanê ya ser bi Bedlîsê ve, bi ser mala Serokê Rêxistina HDPê ya Bedlîsê Rûmet Dûrsûn de girt.

Polîsan piştî li malê lêgerîn pêk anîn Dûrsûn desteserkirin. Sedemê desteserkirinê nehat zanîn û Dûrsûn birin Miduriyeta Polîsan a Tetwanê.

Li Agiriyê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin.

Di serdegirtina malan de, Serokê Şaxa Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) Ersîn Erînçîk, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Navendî Îsmaîl Çîftçî, Rêveberê HDP’ê yê Navçeya Navendî Omer Taş, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Sabrî Taşdemîr û Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Hamît Taşdemîr hatin desteserkirin. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin