PeyamaKurd - Cîgirê Serfermandarê Giştî yê Hêza Pêşmerge Salar Mihemed Cebarî aşkere kiriye bername heye hemehangî di navbera Hewlêr û Bexdayê da durist bibe di warê serbazî da bê pêkanîn.
Herwiha civîna Hewlêr û Bexdayê ya li ser pirsên emnî jî bi giringî wesif kir. Salar Mihemed Cebarî derbarê civîna Hewlêr û Bexdayê da ji medya Kurdistanê re axivî û got:
Cîgirê Serfermandarê Giştî yê Hêza Pêşmerge “gelek giring e ku hemahengiya di navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge da bêê çalakkirin.”
Cebarî herwiha got jî, “Gelekî giringe civîneke di asta bilinda derbarê kêşeyên vê dawiyê yên Kerkûk, Mexmûr û herêmên din di navbera Hewlêr û Bexdayê da pêk were. Ez di wê baweriyê da me Bexda jî gihiştiye wê qeneatê ku heta Pêşmerge venegere wan herêman aramî û seqamgîrî li wan herêman jî peyda nabe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin