PeyamaKurd- Îran di mijara aboriyê de ketiye nava pirsgirêkên mezin û nikare ji navê derê an hinek hêzên xurt naxwazin aboriya Îranê baş bibe. Lê cîgirê serokê meclisa Îranê Mesûd Pizişkiyan çareyeka ku wê netewaperestên Îranî qebûl nekin dît:
“ Heya hun bi xebatên nukleerî meşxûl dibin ku ti aqareka aborî ji we re nayne, di şûna wê de bi hilberîna petrol û berhemên petrolê meşxûl bibin.”
Ajansa nûçeyan ya Meclisa Îranê ICANA got ku Pizişkiyan di konferansa li Tehranê ya 30 yemîn de, ku navê wê Konferansa Rêvebirên Petrokîmya ye, bi sedema betalkirina peymana nukleerî ji aliyê Amerîka de, krîza aborî ya hebû bêhtir kûr bûye. Pizişkiyan got ku fêda xebatên nukleerî ji bo wan tine ye û terzê pêwendiyên rêvebiriya Îranê bi dinyayê re naecibîne.
Pizişkiyan, weha dewam kir:
“Dema di meclisê de mijara enerjiya nukleerî kete rojevê, min bawer kir ku bi vî awayî feda wê tine ye. Li Îranê hatiye tesbîtkirin ku hezar û 200 ton ûranyûm heye. Gelo hêjaye ku mirov li serê bixebite? Li welatê me bêhtir petrol heye. Eger ew mesref û xebatên ku me li ser nukleerê kiriye, me li ser petrol û berhemên petrolê bikira, niha fayda wê bo me zêdetir bû.”
Pizişkiyan got ku şerê aborî, ji yê leşkerî zahmettir e. Divê herkes bibe yek. Li gor şîrketa netewî ya petrolê ya Îranê (NIOC), di welatê Îranê de li dora 150 mîlyar varêl petrola xam heye. 33.5 trîlyon m3 xaza xwezayî heye. Di nava endamên OPECê de, Îran piştî Venezuella û Erebistana Si’ûdî di hebûna petrolê de di rêza sêyem de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin