Elî Bapîr heqaret li neteweya Kurd kir

Elî Bapîr heqaret li neteweya Kurd kir

PeyamaKurd - Serokê partiya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr careke din heqaret li neteweya Kurd û îradeya millî ya Kurdistanê kir û ji bo referandûma serxwebûnê ya ku bi rêjeya ji sedî 92an hat pesendkirin got "referandûma seqet"...

Serokê Komeleya Îslamî di çarçoveya bangeşeya hilbijartina Iraqê ya parlamenteriyê de mitîng li Hewlêrê çêkir û namzedên xwe dan nasandin.

Elî Bapîr li vê derê careke din dev avête îradeya neteweya Kurd û got: "Binêrin referandûma seqet ya ku me kir pir zirar da me. Me fêm kir ku Hewlêr û Bexda ji hev venaqetin."

Hal ew e ku Elî Bapîr di referandûma serxwebûnê de heta hefteya dawîn a dengdanê jî dijberiya ragihandina îradeya Kurdistanê kir. Lê dema nêrî ku Kurd bidaxwaz in û serkirdayetiya Kurd jî bibiryar e, ewî jî paşde gav avêt û bangewazî alîgirên xwe kir ku biçin ser sindoqan.

Îro bi wesîleya hilbijartina Iraqê Elî Bapîr careke din dev avête daxwaz û îradeya Kurdan. 

Lewra Kurdan di wê referandûmê de bi rêjeyeke mezin beşdarî kiribû û bo alemê ragihandibû ku ew serxwebûnê dixwaze.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin