Koçer ji zozanan dadigerin

Koçer ji zozanan dadigerin

PeyamaKurd- Li Kurdistanê çandeka qedîm heye ku piraniya xelkê Kurdistanê wê çandê dişopand. Çanda koçeriyê.

Koçer sermaya wan terş û tareş e. Di havînan de terşên xwe dibin zozana ciyên bilind, ser avên sar da bereketa şîrê wan zêde bibe û hem heywan bi nexweşîna germê û germistanê nekevin. Lê niha payîz hat û zozan bo heywanan gelek sar e. Koçer mecbûrin terşên xwe bînin ciyên germ an beriyê da heywanên wan ji sermayê telef nebin.

Koçer niha li gor herêman, hêdî hedî dev ji zozanan berdidin û tên deştê an beriyê. Her êla koçera cîh û warê wan yê deştê jî û yê zozanan jî diyare. Dema tên deştê jî û diçin zozanan jî, ew pere her dû ciyan weka îcar didin. Lê koçer hene zozanên wan sabîtin û malê wan in. Her weha gelek koçer ciyên wan li gundên wan hene ku dikarin zivistana xwe lê derbas bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin