PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 20ê Nîsanê Deriyê Til Koçer (Rebîa) yê navbera Sûriye-Iraqê piştî 13 salan bi fermî vebû û çûnûhatina bazirganî jî dest pê kir.
Serokê Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê Omer Waîlî di civîne rojnamevanî ya li ber derî li parêzgeha Nînowayê got, "Piştî nêzîkî 13 salan ji girtina wî, îro bi rengekî fermî ew derî hat vekirin."
Hêjayî gotinê ye, Iraq û Sûriye xwediyên sînorekî hevpar in, ku dirêjiya wî zêdetir ji 600 kîlometreyan e û sê deriyên sereke (Qaîm, Welîd û Rebîe) wan bi hev ve girê didin. Bi vekirina Deriyê Rebîeyê, niha hemû deriyên sînorî yên di navbera her du welatan de vekirî ne.
Hikûmeta Iraqê wek deriyekî stratejîk li Rebîeyê dinêre, ji ber ku Iraqê bi Sûriye û Tirkiyeyê ve girê dide û pareke girîng ji projeya "Rêya Pêşxistinê" ye, ew projeya stratejîk ku bi dirêjahiya 1200 kîlometreyan xeta hesinî û rêya bilez ji bo girêdana welatên Kendavê ji başûr ve bi Tirkiyeyê re li bakur vedigire.
Endamê Encûmena Parêzgeha Neynewayê Mihemed Herîs ragihand ku, vekirina wî derîyî dê bibe sedema zêdebûna tevgera bazirganî, çûnûhatina welatiyan, geşbûna veberhênanê û zêdekirina dahatên giştî.