PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Erebistana Siûdî, Misir, Qeter jî di nav de, serdana 8 welatên Rojhilata Navîn dike.
Rayedarekî Amerîkayê ku navê xwe neda ragihand ku di serdana Pompeo ya welatên Rojhilata Navîn de, dê mijarên hemahengiya ligel hevpeymanên Amerîkayê û şerê li dijî terorê were gotûbêjkirin.
Hat zanîn ku dê Pompeo li welatên Siûdî, Misir, Qeter, Urdin, Îmarat, Uman, Behreyn û Kuweytê bi hemkarên xwe re bicive û piştgiriya Amerîkayê bo wan tekez bike.
Rayedarê Amerîkî herwiha ji medyayê re daye zanîn ku hêzên wan ji bo demeke dirêj an jî bi awayekê her timî li Sûriyê namînin, lê ew dê piştevaniya hevpeymanên xwe berdewam bikin, lê niha ti planek nîne ji bo şandina hêzên Erebî bo Sûriyê.
Wezîr Pompeo jî li ser hewlên operasyona Tirkiyê bi ser Kurdên Sûriyê de dabû xuyakirin ku ew hevdîtinan ligel Tirkiyê dikin daku Kurd ji aliyê Tirkiyê ve neyên qetilkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin