PeyamaKurd – Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku piştgiriya dengên Kurdên Stenbolê di hilbijartina dubare ya 23yê Hezîranê de bi 800 hezar ferqa dengan ji nû ve hat hilbijartin, li ser tayînkirina qeyûman bo bajarên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê daxuyanî da. Li ser pirsa ‘Gelo dor tê Stenbolê?’ jî Îmamoglu got, ‘Divê herkes hedê xwe bizane.’
Îmamoglu li Stenbolê li ser pirsa rojnamevanan got, "Wisa bi gotinên vala yên wekî endamtiya rêxistina terorê nabe hemleyên wiha bên kirin” û wiha pê de çû:
“Cihê xem û fikaran e. Bi tundî şermezar dikim, li dijî me. Heke sûcek hebe mirov tên darizandin û cezayê xwe distînin. Lê belê wisa bi xurafeyan û gotinên pûç ev kar nabin. Nabe wisa bibe jî. Hêvîdarim ji vê şaşiyê vegerin û şaredarên ji nû ve hatine hilbijartin vegerin ser karên xwe.”
Îmamoglu ser pirsa, ma dora qeyûman tê Stenbolê jî got, 'Divê herkes hedê xwe bizane.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin