PeyamaKurd- Dewleta Portekîzê di dema ku ketibû krîza aboriyê gelek kes ji Portekîzê çûbûn derve da ji xwe re kar peyda bikin. Niha hukumeta Portekîzê bo hemwelatiyên xwe yên ku bo kar derketibûn derveyê welatê Portekîzê,bo wan vegerîne welatê wan tedbîreka pera danî û got kî dagere welatê xwe, dê weka teşwîq 6 hezar û 500 ewro pere bide wan.
Bernameya teşwî qê ya bi navê "Bernameya Degare paşve”,ji îro û pêde dest bi qeydiya kesên ku dagerin bike. Şertê bernama Portekîzê ew e ku berya 31 ê meha 12 ya 2015an Portekîzê terkkiribe û herî kêm 12 meh li derveyê welat mabe û peymana kar ya liş derveyê welat pêre hebe.
Heya niha li dora 300 hezar Portekîzî terka welatê xwe bo kar kirine. Lê bernama hukumeta Portekîzê bo îsal tenê 10 mîlyon ewro veqetandiye û armanca wê; ew kesên ku dixwazin dagerin welatê xwe teşwîq bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin