Pûtîn destekê dide artêsa Awrûpayê

Pûtîn destekê dide artêsa Awrûpayê

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Valdimir Pûtîn got: “Awrûpa avahiyeka xurt ya aboriyê û hevkariyê ye. Bi vê sedemê di nava welatên yekîtiyê de daxwaza bergiriyê, ewlekariyê û hukumraniyê hebe, ev gelek normale. Ez vê daxwazê di vê dinya piralî de gelek normal dibînim.”

Bi sedema 100 emîn salvegera dawîlêhatina şerê yekem yê dinyayê hemû serokên welatên dinyayê li Parîsê civiyan. Pûtîn tevli bernameya televîzyona Russia Today Fransa bû li ser pirsa daxwaza danîna Artêşa Awrûpayê ku ji aliyê serokê Fransayê Macron ve hatibû gotin, Pûtîn bersiva xwe ya li jorê da.

Pûtîn wekî din jî got ku dibe fikra avakirina Artêşa Awrûpayê bibe alternatîva NATO yê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin