PeyamaKurd- Li devera parêzgeha Dihokê ji ber bombebaran, şer û pevçûnan heta niha 363 gund hatine valakirin.
Bombebaranên bênavber a balafirê şer ên Tirkiyê bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyên devera Amêdî û Zaxoyê kiriye û rûberekî berfireh ê daristan, rez û baxên welatiyan şewitîne.
Li gorî zanyariyan, bombebaranên Tirkiyê bo ser binke û baregahên PKKê li navçeyên sînor ên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê bi taybetî navçeyên sînorî yên parêzgeha Duhokê ji Tîrmeha 2015an ve berdewam e, lê her diçe ew bordûman nêzîkê gundên sînor dibe û vê nêzîkbûnê jî di warê canî û maddî de zerar gihandiye akinciyên wan gundan.
Li gorî zanyariyan tenê îsal li sînorê parêzgeha Duhokê ji ber bombebaranên Tirkiyê zêdeyî 600 donim zevî li çend navçeyên cuda şewitî ye, hem daristan û hem jî rez û baxên xelkê, ku zerar gihandiye çendîn berhemên çandiniyê û tê texmînkirin zerara salane 60 milyar dînar be.
Herwiha tê gotin ku ji ber milmilaneya navbera hêzên Tirkiye û gerîlayên PKKê heta niha 363 gundên sînorê Dihokê hatine valakirin.
Di heyama 2 salên derbasbûyî de jî 21 kesan ji ber wan bordûmanan canê xwe ji dest dane û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin