Kerkûk bi eskereyî tê Erebkirin

Kerkûk bi eskereyî tê Erebkirin

PeyamaKurd - Şêwirmendê polîtburoya PDKê ragihand, hewlên Erebkirina Kerkûkê piştî xiyaneta 16 Cotmehê zêdetir bûne.

Şêvirmendê polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji BasNewsê re ragihand, ji destpêka avabûna Iraqê ve heta niha, her gava rayedarên Iraqî firsendek dîtibin dest bi Erebkirina herêmên Kurdistanî kirine.

Arif Ruşdî her wiha îfade kir, ew tişta ku niha li Kerkûkê tê kirin jî berdewamiya heman siyasetê ye. Ev pirose piştî xiyaneta 16 Cotmeha par zêdetir bûye.

Şêwirmendê polîtburoya PDKê anî ziman ku êdî Erebkirina Kerkûkê bi awayekî eşkere tê kirin û herwiha dixwazin Kerkûkê bi yekcarî ji Kurdan bistînin û li şûna wan Ereban bicih bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin