Li Norwêcê pandemiya koronayê hat kontrolkirin

Li Norwêcê pandemiya koronayê hat kontrolkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Tendirustiya Norwêcê Hoie, ragihand ku wan kariya pandemiya koronayê (Covid-19) kontrol bikin.

Wezîrê Tendirustiya Norwêcê, Bent Hoie di civîneke çapemeniyê de ragihand ku, piştî tevdîrên xurt yên pêwîst wan kariya pandemiya koronayê (Covid-19) kontrol bikin. Wî da zanîn ku beriya tevdîran kesekî kêm zêde bi rêjeya 2.5an ke bi wê nexweşiyê dixist lê piştî tevdîtan ev rêje daketiye 0.7 kesan.

Bent Hoie li ser kontrolkirina nexweşiyê axivî û got, “Eger me tevdîrên gelekî xurt wernegirtiba, dê rewşa me jî bibûya wekî ya welatên din ê Ewropayê.”

Hoie amaje kir ku li gorî daneyên dawîn yên belavbûna koronavirusê hejmara haletên tûşbûyî zêde nabe û hejmara kesên di bin çavdêriyê de ne jî dê di rojên pêş de kêm bibe.

Hêjayî gotinê ye ku heya niha li Norwêcê li ser 111 hezar 299 kesan test û pişkinin hatiye kirin û ji van testa 5 hezar û 755 kesan pozîtîf kerketiye. Li welatê ku 5 milyon kes lê dijî bi tenê 59 kes ji ber Covid-19ê jiyana xwe ji dest dane.


Hejmara kesên bi koronayê ketine ji milyonek û 300 hezarî borî

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin