Rojhilat | 4 çiyagerên Kurd di bûyereke trafîkê de can dan

Rojhilat | 4 çiyagerên Kurd di bûyereke trafîkê de can dan

PeyamaKurd - Li ser rêya navbera Seqiz û Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê otobusek wergeriya û di encama bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Ajansa nûçeyan a IRNAyê belav kiriye; Berpirsê Beşa Hawarçûnê ya Nexweşxaneya Seqizê ragihandiye; di encama bûyerê de 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Berpirsê tendirustiyê eşkere kiriye ku rewşa tendirustiya hejmarek birîndaran nebaş e û îhtimala zêdebûna qurbaniyan heye.

Li gor zanyariyên ku li ser medyaya civakî belav bûne, rêwiyên di otobusê de endamên grûpeke çiyager a ser bi Encûmena Sewz a Çiyayê Merîwanê bûne.

Hat zanîn ku bûyer vê sibê 4ê Hezîrana 2021ê qewimiye û welatiyên bi navê Şûle Qadirî, Arşam Ezîzî, Dawid Baxîş, Kawe Xusrewzade ku çiyager û endamên grûpa çiyageriyê ne, di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin