PeyamaKurd- Kompaniya Lêkolînê ya Alfê, encamên rapirsiya xwe ya ku li ser hilbijartinêa Serokomariya Tirkiyeyê kiriye, bi raya giştî ya bakur û Tirkiyeyê re parve kir.
Rapirsiya ku di navbera 8 û 12ê Nîsanê de li 26 bajaran hatiye kirin, di ser hevdîtinên bi 2340 kesan re derketiye holê. Hat diyarkirin ku ev rapirsî, bi van kesan re rû bi rû hatiye kirin.
Li gorî encamên ku hatin parvekirin, namzedê Serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu, 3,5 puan li pêşiya Recep Tayip Erdogan e û dengên Muharem Înce jî 6 puanan derbas kiriye.
Rêjeya encamên dengên ji bo her çar namzedên Serokomariya Tirkiyeyê, wiha ne:
Kemal Kılıçdaroglu: Ji % 47,4
Recep Tayip Erdogan: Ji % 43,9
Muharem Înce: Ji % 6,5
Sinan Ogan: Ji % 2,2
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin