PeyamaKurd - Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Tirkiyê Cahit Turhan ragihand 25ê vê mehê seferên balafiran di navbera Tirkiye û Silêmaniyê de dest pê dikin.
Wezîrê Tirk Cahit Turhan ragihand qedexeya ku li ser daxwaza Iraqê sala 2017an hatibû danîn hatiye rakirin û seferên Stenbol û Silêmaniyê yên bo Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê dest pê kirin.
Li gor Turhan dê 25ê Çile roja înê dest pê bikin û heftane 7 sefer di navbera Stenbolê û Silêmaniyê de bên kirin.
Balafirgeha Silêmaniyê 29ê îlona 2017an piştî referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an ji seferên navdewletî re hatibû girtin.
Heman demê balafirxaneya Hewlêrê jî hatibû girtin, lê 25ê Adara 2018an seferên navdewletî piştî danûstandinên Iraq û Kurdistanê li Hewlêrê dest pê kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin