PeyamaKurd – Parlementoya Iraqê îro di bin serokatiya Muhammed Helbûsî de, bo qanûna di derbarê ‘herêmên hilbijartinê’ de civiya. Qanûna di derbarê herêmên hilbijartinê de li parlementoya Bexdayê hat qebûlkirin. Mûsil û Kerkûk di derveyê qanûn de ye û wê li ser hilbijartina her dû bajaran roja duşemê di parlementoyê de biaxifin. Li gor ragihandina afîsa çapemeniyê ya parlementoyê 170 parlementer li parlementoyê amade bûn û qanûn bi piraniya dengan hat qebûlkirin.
Di navbera partiyan de hilbijartina ku di 21 ê hezîrana sala 2021 ê de bêkirin dijîtî heye. Di civîna parlementoyê ya îro de, ji PDK ê û YNK ê hinek parlementer tevî civînê bûn lê partiyên din yên Kurd civînê boykot kirin. Li gor ragihandina Rûdawê; berdevkê grûba PDK ê Aram Baleteyî weha gotiye:
“Partiyên Kurd daniştina îro ya parlementoyê boykot kirin lê ji PDK ê û YNK ê grûbekî parlementer tevî civînê bûn. Li ser herêmên hilbijartinê yên Nînova û Kerkûkê û kotaya jinan me bi grûbên din yên parlementoyê re lihev kir.”
Parlementerê Partiya Yekgirtû ya Îslamî Musenna Emîn ragihand ku ew destekê didin fikra ku her bajarekî bibe herêmekî hilbijartinê, her bajar di nav xwe de bibe deverên biçûk yên hilbijartinê. Emîn weha got:
“Ev qanûna niha gelek hesase û me nexwest biryarê îmze bikin ku em dahatûya wê nizanin. Lewra em tevlî civînê nebûn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin