PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî li Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di civîna koma partiya xwe ya parlamenê de, soza çareserkirina pirsgirêka Kurd da.
Kiliçdaroglu li ser mijara pirsa Kurd wiha got: “40 sal in pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin. 40 sal in çima nayê çareserkirin? 40 sal in otorîteya siyasî pirsgirêka Kurd çareser nekir. Ez soz didim ku vê pirsgirêkê di nava stantardên demokratik û serxwebûna Tirkiyeyê de çareser bikim.”
Kemal Kiliçdaroglu di kongreya CHPê ya du roj berê hat lidarxistin de, ji nû ve wekî serokê partiyê hatibû hilbijartin ku navê wê kongreya wekî meşa ber bi deshilatdariyê hatibû danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin