PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan Fermandarê Hêza Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî ku serdana Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li Iraqê kir, bêyî bersiveke erênî vegeriya Îranê.
Îsmaîl Qaanî ji bo razîkirina Muqteda Sedir bi avakirina hikûmeteke mezhebî ya Şîeyên nêzî Îranê serdana Iraqê kir ku dixwest hevpeymaniyeke Şîe ava bike.
Muqteda Sedir ew daxwazên Îranê red kirin û li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Ne Rojhilat û ne Rojava, belkî dewletek serbixwe û nîştimanî.”
Hat zanîn ku Muqteda Sedir ew twît piştî hevdîtina digel Qaanî weşandiye û eşkere kiriye, ew destûra destwerdana rejîma Îranê bi karûbarên Iraqê nadin.
Herwiha Îsmaîl Qaanî di nameyeke ku bo Herêma Kurdistanê şandiye de, gef li berpirsên Herêmê xwariye û daye zanîn, ger hikûmeta Iraqê bi bê endamên “Heyeta Hevahengî” ya ser bi Tehranê bê pêkanîn, ev gefek e ji bo ewlehiya Îranê.
Qaanî bi eşkere gef li Iraqê û Herêma Kurdistanê xwariye ku heger komên ser bi rejîma Îranê di pêkanîna hikûmetê de beşdariyê nekin, ev dê ewlehiya wan bixe metirsiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin