PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 2 leşkerên hêzên pasevanên sînor ên Îranê li sînorê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin.
Li gorî ragihandina medyayên Îranê leşkerek li sînorê bajarê Urmiyê û yê din li sînorê bajarê Serdeştê yê parêzgeha Urmiyê hatine kuştin.
Fermandarê Hêzên Pasevanên Sînor ên Îranê yên li parêzgeha Urmiyê, Yehya Hisênxanî ragihand, endamekî wan yê bi navê Elî Beyramî ku xelkê parêzgeha Erdebîlê li bakurê Îranê bûye, roja Şemiyê li navçeyên sînorî yên bajarê Urmiyê di pevçûneke li gel şerxwazan de hatiye kutşin.
Yehya Hisênxanî mebesta xwe ji peyva şerxwazan diyar nekiriye, lê belê berpirsên Îranî gelek caran peyva şerxwazan ji bo partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê bi kar tînin.
Çavkaniyên Îranê dane xuyakirin ku di encama derketina şer di navbera hêzên Îranê û pariyeke Kurdê de li sinorê Bêwran yê serdeştê serbazekî wan bi navê Sasan Emîrxanî hatiye kuştin.
Heta niha ti partiyekê ranegihandiye ku li Serdeştê şer di navbera wan û hêzên Îranê de qewimîye.
Herwiha rojek berê jî leşkerekî din ê Îranê bi navê Sasan Emîrxanî, li sînorê bajarê Serdeştê yê parêzgeha Urmiyê hatibû kuştin.
Yehya Hisênxanî gotiye, ew leşker jî roja Înê di pevçûnekê de li gel qaçaxçiyan hatiye kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin