PeyamaKurd – Hat ragihandin ku du kesên nêzî supaya pasdarên Îranê ku li Amerîkayê bi awayekî sextekarî xwe wekî polîsê federal ê amerîkî nîşan dane, hatine binçavkirin.
Li gorî ragihandina kanala CBS a Amerîkayê du kesên ku xwe bi navê rayedarên Ewlehiya Polîsê Federal yên Amerîkayê dabûn nasandin, tê texmînkirin bi ser supaya pasdarên Îranê û saziya ewlehiya Îranê ve bûn, roja 7ê Nîsanê hatine binçavkirin.
Dadgeha amerîkî ragihandiye ku du kesên bi navên “Ariyen Tahirzade û Heyder Elî” bi sedema ku bi sextekarî xwe wekî Polîsên Federal ên Amerîkayê dane nasandin û xwe nêzîkî hejmarek ji rayedarên dezgeha Ewlehiya Amerîkayê kiribûn, hatine binçavkirin.
Hat zanîn ku polîsê FBIyê li bajarê Washingtonê ew du kesên sîxurên Îranê di mala wan de binçav kirine û niha jî di girtîgehê de ne.
Herwiha li gorî medya Amerîkî kesê bi navê Heyder Elî ku di pasporta wî de 2 vîzeyên Îranê jî hene ji hin kesan re gotiye, ew girêdayî dezgeha Ewlehiya Pakistanê ye, lê heta niha ew îdiaya wî nehatiye piştrastkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin