PeyamaKurd – Di roja 8emîn a şer de, gera duyem a danûstandinên navbera şandên Ûkrayna û Rûsyayê li devera Brestê ya daristanan ku li sînorê Belarûsê ye dest pê kir.
Li aliyekî êrîşên Rûsyayê yên bi ser Ûkraynayê de bi tundî dewam dikin û li aliyekî jî li ser maseya muzakereyan gotûbêjên agirbestê têne kirin.
Endamê şanda Ûkraynayê û şêwirmendê serokomar David Arakhamia, beriya bigihîje cihê muzakereyan gotibû, beriya ew derbasî mijarên din bibin, daxwaza sereke ya Kîevê vekirina korîdoreke însanî ye.
Rûsya dixwaze artêşa Ûkrayna were bêçek kirin, Qirim û herêmên Donesk û Luhanskê bêne naskirin û îdia dike, dev ji hewlên xwedîbûna çekên nukleerî berdin û nebin endamê NATOyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin