PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ragihand ku li rafîneriya petrolê ya Rûsyayê ya li Komara Komi li rafîneriya Uthayê xistine. Utha ji sînorê Ûkraynayê 1900 km dûre û dronên ku di êrîşê de bikaranîne dikarin heya 2500 km bifirin.
Zelenskiy, ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Tîpa drona ku Ûkrayna pê li rafîneriya Uthayê xistiye tîpa "An-196 RS" ye. Di êrîşê de tîpa dornan ya "FP-6" jî bikaranîne.
Zelenskiy her weha ragihand ku navendên doneyan yên Rûsyayê jî xistine hedefa û dê li dijî her êrîşa Rûsyayê dê bersivê bidin. Zelenski dîmenên êrîşê jî parve kir.