PeyamaKurd – Rêxistina terorê ya DAIŞê êrîşên xwe berdewam dike û hat ragihandin ku herî dawî li Xaneqînê 2 Kurd qetil kirine.
Rêxistina terorê ya DAIŞê li gundê Tefrîqê yê Xaneqînê êrîşek pêk anî û di encamê de jin û merek kuştin û keça wan a 2 salî jî revandine. Di encama operasyonekê de ew keçik hatiye rizgarkirin.
Medya nêzîkî Heşda Şeibiyê jî ragihand ku li Nînowayê 15 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Şeva borî jî li gundê mêrxas du cotkarên Kurd hatine revandin û paşê jî hatibûn kuştin.
Heman şevê bêndera gundiyên jî dabûn bêr êgîr.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin