Li Hewlêrê agir bi avahiyekê ket: Welatiyekî Efrînî can da

Li Hewlêrê agir bi avahiyekê ket: Welatiyekî Efrînî can da

PeyamaKurd – Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, îro danê nîvro agir bi avahiyeke li taxa Kurdistan ket û di şewatê de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Raîd Serkewt Kareş derbarê şewatê de ji medya Kurdistanê re ragihand, agir bi avahiyeke nişticihbûnê li taxa Kurdistan ketiye û agir hatiye kontrolkirin ku tenê dûman maye.

Serkewt Kareş got ku mixabin welatiyekî ku xelkê Efrînê ye di şewatê de can daye, lê malbatên din hatine rizgarkirin.

Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd li ser bûyerê ragihand, di avahiyê de hejmarek malbat dijîn. Agir bi qata binî ketiye ku dukaneke firotana kelûpelên elektronî heye û dûmaneke mezin jê derket. Ew ê jiyana xwe ji dest daye, ji encamê dûmanê bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin