PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî bang li Îranê kir ku biryara bidarvekirinê ya ji bo girtiyê Kurd Ramîn Hisên Penahî bide rawestandin.
Hat ragihandin ku Raportora Taybet a Cezaya Bêdaraz a Neteweyên Yekbûyî Agnes Callamard, Raportorê Taybet ê Mafê Tenduristiyê Dainius Puras, Raportorê Taybet ê Îşkenceyê Nils Melzer ji bo girtiyê siyasî yê kurd Ramîn Hisên Penahî, ku hatibû diyarkirin dê roja dawiyê ya Cejna Remezanê were bidarvekirin, bang li dewleta Îranê kirin.
Raportorên taybet ên NY daxwaz kirin ku biryara bidarvekirinê ya ji bo Penahî hemû were rawestandin û bi bîr xist ku biryara bidarvekirinê ya Penahî dê di roja 3yê Gulanê de bihata bicihanîn lê Dadgeha Bilind a Îranê ev biryar taloq kir.
Raportoran bal kişand ser ku girtiyê siyasî yê kurd Penahî bi awayekî adilane nehatiye darizandin, mafê wî yê tenduristiyê hatiye astengkirin û di girtîgehê de rastî îşkenceyê hatiye û wan raportoran got, tawanbariyên derheqê Penahî de ne li gorî standartên navdewletî ne. Raportorên NY destnîşan kir ku ew ji ber bicihanîna biryara bidarvekirinê ya ji bo Penahî gelekî xemgîn in.
Ramîn Hisên Penahiyê ku bi tawanbariya endamtiya Komalayê dihat darizandin, di Rêbendana 2018a de ji aliyê dadgeha Îranê ve cezayê îdamê hatibû birîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin