Bahçelî gef li Îmamoglu xwar: Dê bedelê wê pir giran be

Bahçelî gef li Îmamoglu xwar: Dê bedelê wê pir giran be

PeyamaKurd - Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ku bi AKPê re Tifaqa Cumhur çêkiriye û ketiye hilbijartinê, gef li şaredarê nû yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku ji CHPê hatiye hilbijartin xwar.

Bahçelî di sohbeteke ligel rojnamevanan de, li ser daxwazên Îmamoglu yên radestkirina ‘mazbete’ ya şaredariya Stenbolê û daxuyaniyên wî pir hêrs bû û got, “Xwestina mazbateyê ya Îmamoglu ji aqil re ziyan e. Bila ti kes hêviya xwe bi kuçeyan girê nede û bingeha kaosê daneyne. Dê bedelê wê heqeten pir giran be.”

Bahçelî herwiha serkeftina Îmamoglu ya Stenbolê nas nekir û wiha pê de çû: “Divê bê deşîfrekirin ku karmendên sindoqan mebesta wan çi ye û xizmeta kîjan aliyan dikin. Bila yên ku alîgirên FETO û PKKê dane pey xwe, sebra me nepivîn. Heke na wê bedêleke giran bidin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin