PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Brîtanî piştî kuştina Qasim Silêmanî û zêdebûna rageşiya navbera Amerîka û Îranê de, li herêma Balaine a sînorê Kanadayê 60 welatiyên regez îranî hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku ew 60 kes dema ji konserekê vedigeriyan ji aliyê hêzên sînorî yên Amerîkî ve li sînorê Kanadayê hatine binçavkirin û bi qasî 8-10 saetan jî lêpirsîn li ser wan hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku bûyer şeva borî qewimî ye û piştî lêpirsînên hêzên ewlehiyê yên Amerîkî hatine berdan.
Kesên ku hatine binçavkirin gotine, dema ew ji konsera hunermendekî Îranî vedigeriyan hatine binçavkirin.
Herwiha saziya Konseya Netewî ya Îran-Amerîka (NIAC) jî ragihandiye ku kesên li sînor hatine binçavkirin bi qasî 150 kesan bûne û herwiha piraniya wan hemwelatiyên Amerîkî bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin