Li Îranê 60 kesên din mirin, berpirs ji pêla duyem ditirsin

Li Îranê 60 kesên din mirin, berpirs ji pêla duyem ditirsin

PeyamaKurd – Li Îranê di 24 saetên dawî de, 60 kesên din ji vîrusa korona mirin û hejmara miriyan gihîşt 5 hezar û 710 kesan.

Rojnameya Middle East Eye jî bi sernavê “Berpirsên Îranê ji pêla duyemîn a belavbûna vîrusa korona ditirsin" hinek zanyarî parve kirin.

Li gorî rojnameyê di nava welatên Rojhilata navîn de welatê herî zê pandemiya korona bandor li ser kiriye Îran e û metirsî heye pêleke din a vîrusê belav bibe. 

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê jî îro 26ê Nîsanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 60 kesên din can dane û hejmara kesên bi korona ketine gihîştiye 90 hezar û 481 kesan ku heta niha 5 hezar û 710 kesan pê can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin