PeyamaKurd - Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku wê rêveberiya nû ya Amerîka pêdeçûnê di belavbûna serbazên xwe li hemû cîhanê de bike.
Lloyd Austin got: “Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) bi biryara serok Joe Biden belavbûn û stratejî û erkên serbazên artêşa Amerîkayê li cîhanê dinirxîne.”
Austin eşkere kir: “Encamdana vê nirxandinê, dê bi şêwra ligel hevpeyman û hevparên me bibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin