Berpirsekî YNKê: Gotinên Mehmûd Sengawî, sexsî ne

Berpirsekî YNKê: Gotinên Mehmûd Sengawî, sexsî ne

PeyamaKurd- Endamê polîtburoya YNK ê Mehmûd Sengawî ragihandibû û gotibû eger danîna hukumeta Kurdistanê zerarê bide xelkê, bila  li Kurdistanê sîstema du îdareyan hebe baştir e. Lê berpirsekî YNK ê Mistefa Çavreş ji BasNewsê re got ku ew gotin, nêrînên Mehmûd Sengawî yên şexsî ne. Çavreş got ku siyaseta fermî ya YNKê wisa nîne û li dijî siyaseta îdareya du alîye. Çavreş weha dewam kir:

“Divê em tev hişyar bin da bi van gotinan dilê hemwelatiyan sar nekin ji ber ku rewşa Kurdistanê nazik e. Welatî ji van gotinan acizin û naxwazin gotinên weha bibîzin. Ez li berpirsên hemû partiyan bi taybetî li yên PDKê û YNKê bang dikim ku nakokiyên xwe çareser bikin û yekrêz bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin