Mesrur Barzanî: Em hêvîdarin hikûmeta nû ya Iraqê li ser binemaya destûrê be

Mesrur Barzanî: Em hêvîdarin hikûmeta nû ya Iraqê li ser binemaya destûrê be

PeyamaKurd – Kabîneya wezîrên Herêma Kurdistanê îro di bin seroktiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, li Serokatiya Herêma Kurdistanê civiya.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di destpêkê de, Serokê Herêma Kurdistanê destxweşî li Serokê Hikûmetê û Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û piştevaniya xwe bo pêngavên hikûmetê yên pêşkêşkirina xizmetguzariya giştî û projeyên hikûmetê û bawerîdana bi proseya çaksaziyê di çarçova karnameya Kabîneya Nehem de derbirî û daxwaz kir ku xizmeta hemû welatiyên Herêma Kurdisatanê bê cudawazî bê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, ku Herêma Kurdistanê hevkar û yarmetîdar dibe, ji bo Iraq ji vê rewşa neasayî ya niha derkeve û got jî: “Xwezyar in pirsgirêkên me bi Hikûmeta Federal re li ser binemaya destûrê bêne çareserkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha bal kişand ser ku Herêma Kurdistanê berdewam dibe, ta li navçeyê faktereke seqamgîriyê be û pêwendiyên wê yên hevseng jî bi hemû aliyan re hebe, li ser binemaya rêzgirtina hevbeş.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînê de, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir, bo piştevaniya wî li Kabîneya Nehem û bibîr xist ku proseya çaksaziyê berdewam dikin, ku ew beşeke sereke ya karnameya Kabîneya Nehem e û aramanca wê pêkanîna dadperwerî û berjewendiya giştî ya xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Derbarê rewşa niha ya Iraqê jî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, her ji destpêka destbikarbûna me ve, me hewl da pirsgirêkên xwe bi Hikûmeta Federal re çareser bikin û hêvîdar in hikûmeta dahatî ya Iraqê jî bi hevtêgihîştina di navbera me de li ser binemaya destûrê hatiye kirin pabend be.

Piştre Wezîrên Tenduristî û Navxwe raportên xwe yên derbarê vîrûsa (Korona 2019) û rêkarên xweparastinê û rêgirtina li wê vîrûsê li Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.

Di civînê de teqezî hat kirin ku heta niha ti kesekî tûşbûna bi wê virûsê li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin