PeyamaKurd - Tehran piştî ku di encama bordûmana firokeyên cengî yên Îsraîlê de, li ser bingeha serbazî T4 ya Sûriyê hejmarek ji çekdarên Îranê hatin kuştin gefa tolhildanê li Îsraîlê kir.
Serokê Komîteya Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derve ya Encûmena Şûra ya Îranê Elaedîn Birûcerdî, di kongireke rojnamevanî de got: "Êrîşên qewareya sayonîzmî li ser şêwirmendên Îranî li Sûriyê, mafê bersivdanê ji wan re heye".
Herwiha got: "Ev çend sal in Îran û Rûsya hevrêziya siyasî û serbazî dikin, wê hevrêziyê hiştiye ku, terorîst bên jinavbirin, di heman demê de em pêşwaziyê li her gavekê dikin ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi riyên siyasî".
Daxuyaniyên Birûcerdî, piştî derbasbûna çend rojan ji êrîşa li ser çend bingehên serbazî yên Sûriyê, li Heleb û Hemayê hatin, tevî ku tu aliyekî berpirsatiya xwe li ser wê êrîşê ranegihand, lê berpirsên Amerîkî tekez kirin, ku Israîl bi wê êrîşê rabuye û firokeyên cengî ji corê F15 bikar aniye.
Li aliyekî din jî, televizyona "NBC News" ya Amerîkî, ji ser zimanê sê berpirsên pile bilind yên Amerîkî belav kiriye, ku Israîl daxwaza piştevaniyê û hevkariyê ji Amerîka kiriye da ku êrîşî bingehên Îranî li Sûriyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin