PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama topbara îro 27ê Cotmehê ya artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê de, 2 zarok birîndar bûn.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, îro danê nîvro di topbaranê bi qasî top li gundên Qinêtra, Aqîbê û Soxanekê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê ketin.
Hat diyarkirin ku li gundê Aqîbê yê Şêrewa, 2 zarokên bi navê Semer Idrîs (4 salî) û Ciwan Idrîs (3 salî) di encama topbaranê de birîndar bûn û ew bo nexweşxaneya Til Rifetê hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin