PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, di nirxandina xwe ya rojevê de got ku niha welatên Rojava hewl didin Rûsyayê tune bikin û li beramber wê jî tekane tişta ku bikin şerkirin e.
Pûtîn îdia kir ku ‘ji aliyê ehleqî û dîrokî ve em mafdar in’ û got: "Yan em ê teslîm bibin, yan jî şer bikin. Tekane tişta em bikin şerkirin e. Bi awayekî aram em berê xwe bidin pêş.”
Herwiha Pûtîn diyar kir ku ji sala 2014an îlhaka Kirimê ji aliyê Rûsyayê ve, ew rûbirûyî dorpêçên Rojava bûne û sala 2022yan jî welatên Rojava şerê rastîn ê dorpêçan li ser Rûsyayê daye destpêkirin ku negihîştine armanca xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin