Mêrdîn | Di malekê de 217 dupisk hatin desteserkirin

Mêrdîn | Di malekê de 217 dupisk hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Mêrdînê navçeya Qoserê ya Bakurê Kurdistanê, di encama operasyoneke polîsan de, di jêrzemîna malekê de 217 ‎dupişkên sax hatin desteserkirin.

Polîsan li ser agahî û giliyan bi ser maleke li navçeya Qoserê de girtin û di encama pişkinîna ‎jêrzemîna malê de 217 dupişkên zindî di nav qotiyan de dîtin û dest danîn ser wan. ‎

Derheqê xwediyê malê H.C. de lêpirsîn hat destpêkirin û dupişkên hatibûn dîtin bo Rêveberiya ‎Parastina Xweza û Parkên Millî ser bi Serokatiya Daîreya Jiyana Kovî ya Mêrdînê hatin radest kirin.

Li ser armanca xwedîkirina wan dupişkan di wê malê de, hîn ti ‎agahî nehatine dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin