PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser koça dawî ya berpirsên herdu dezgehên Gulan û Îlonê yê Kerkûkê Arif Cemal peyameke serxweşiyê belav kir.
Serok Mesûd Barzanî peyameke serxweşiyê bi minasebeta koça dawî ya berpirsên herdu dezgehên Gulan û Îlonê peyameke sersaxiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Bi xemgîniyeke zêde min xebera koça dawî ya Pêşmerge û kesayetîyê nîştîmanperwer û berpirsê herdû dezgehên Îlon û Gulanê yê Kerkûk Cemal Hemedemîn Seîd naskirî bi navê (Arîf Cemal) bihîst.
Xwedêjêrazî têkoşer û qahremanekî gelê Kurdistanê û hilgirê madalyaya Barzaniyê Nemir bû ku mandûnenasane temenê xwe ji bo xebat û xizmetkirin ji armancên bilind ê gelê Kurdistanê terxan kirine.”
Serok Barzanî serxweşî da malbat û xizm û heval û hewsengerên Xwedêjêrazî Arîf Cemal got: "Ez xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê Xwedê jê razî bi behişta bêrîn şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û nas û hezkiriyan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin