PeyamaKurd- Parêzgerê bajarê Colemêrgê İdris Akbıyık bi sedema ku xelk li pey qaîdeyên nexweşîna Kovid-19 ê naçin, hişyariyê da xelkê. Akbıyık got ku nexweşên Kovid-19 ê hene ku divê di malên xwe de di karatînayê de bimînin lê hene ku îhlala mayîna di karantînayê de dikin. Eger nexweş an ku kesên testên wan posîtîv derketine, îhlala qaîdeyên karantînayê bikin wê wan bibin nivîngehên xwendekaran.
Nivîngehên xwendekaran (yurt) yên xwendevanên xwendina bilindin û niha avahiyên razana wan valane ji ber ku xwendevan naçin dibistanan.
Parêzger Akbıyık got eger nexweşan bibin nivîngehên xwendekaran, wê wexta xwe ya karantînayê li wê derê temam bikin û mesrefa mayînê ji nexweşan bistînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin