PeyamaKurd - Mûqteda Sedrê serokê hevpeymaniya Saîrûn ji berbijêrê raspartî yê serokwezîrtiyê daxwaz kir ku wezaretên karên navxweyî û bergiriyê bi destê xwe birêve bibe û nabe ew wezaret bikeve destê aliyên din.
Rêberê Tevgera Sedr û serokê hevpeyaniya Saîrûn Mûqteda Sedr li ser hesabê xwe yê Twitterê daxwaz ji Adil Ebdulmehdî dike ku wezareta karên navxweyî û bergiriyê nede ti aliyekî û ew bixwe serperiştiya wan wezaretan bike daku, artêşa Iraqê niştimanî be û polîs û hêzên ewlehiyê bêalî bin.
Herwiha Sedr di daxuyaniya xwe de îfade dike ku, dema me rê li ber kandîdkirina wezaretan girt ne ji bo ku wan wezaretan bidin aliyên siyasî, bo ku di destê serokwezîr de bimîne ev hat kirin.
Rêberê Tevgera Sedr û serokê hevpeyaniya Saîrûn Mûqteda Sedr tekez kir ku, ew postên bilind ku, gendelî tê de tê kirin dê destê serokwezîr de be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin