Rojava: Belgeyên bikaranîna fosfora spî di destê me de hene

Rojava: Belgeyên bikaranîna fosfora spî di destê me de hene

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser eşkere kir ku belge di destê wan de hene ku Tirkiyê fosfora spî di êrîşa bo ser Rojava de bikar aniye û herwiha hatiye gotin ku di encama wan êrîşên bi çekên qedexekirî de 30 kes birîndar bûne.

Fermangeha Peywendiyên Derve û Desteya Tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser a Rojava li Qamişlo derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û geşedanên dawî yên li herêmê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Berpirsê fermangeha peywendiyên derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Ebdulkerîm Omer û Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa ragihandin ku belge li ber destê wan hene ku Tirkiyê fosfora spî bikar aniye.

Ebdulekerîm Omer got ku 30 kes bi çekên qedexe hatine kuştin û birîndarkirin û da xuyakirin ku ew dê fişareke navdewletî li ser Tirkiyê çêbikin.

Di civînê de hat gotin ku Tirkiyê hin belgeyên bikaranîna fosfora spî li Rojava veşartine û hewla jinavbirina belgeyan daye, lê wan hin belge bi dest xistine.

Berpirsên rêveberiya Rojava diyar kirin ku wan ew belge ji bo aliyên peywendîdar şandine û derfetên wan nînin wan kesên bi çeka fosforê birîndar bûne tedawî bikin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa piştî daxuyaniyê wêneyên sivîlên ku di êrîşa bi fosfora spî de birîndar bûne nîşan dan.

Ciwan Mistefa got ku bi awayekî lezgîn pêwîstî bi avakirina komîteyeke lêpirsînê heye beriya ku şûn û nîşanên çekên qedexekirî li ser laşê qurbaniyan biçin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin