PeyamaKurd- Di agahiyên ku ji aliye rayedarên Tunisê ve hatin dayîn de hat eşkerekirin ku keştiya koçberan ber bi Îtalyayê ve dibir, noqî avê bû.
Li gorî agahiyên hatin dayîn, nêzîkî Tunisê keştiya ku ji bajarê Zarsisê koçberan dibir Îtalyayê, noqî avê bû û hat diyarkirin ku heta niha kesek mirî hatiye dîtin.
Hat zanîn ku 11 koçberên di keştiyê de hatine rizgarkirin, cenazeyê 1 kesî hat dîtin û 10 kes hîn jî wenda ne.
Ji qada berevaniyê ya Tunisê hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin