PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navçeya Bîrecûkê duhî xuşk û bira bo geryanê li motorsîkleta xwe siwar bûn û birêketin. Li ser rêya gerê, motorsîkleta wan û erebeyekî bazirganî lihev ketin. Ferhat Gören û xuşka wî Gamze Gören her dû giran birîndar bûn û wan birin nexweşxana dewletê ya navçeya Bîrecûkê. Ji ber birînên bira û xuşka wî giran bûn, her dû li nexweşxanê wefat kirin.
Tabûtên wan li ser milên bi hezaran xelkê birin goristanê lê li ser tabûya Gamze Gören cilên bûkantiyê danîbûn. Her du xuşk û bira bi kilamên şînê hatin definkirin.
Ferhat Gören ev du sale li navçeyê mamostetiya rêberiyê dikir û bi destgirtîbû. Li ser qezayê lêpirsîn dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin