PeyamaKurd – Nivîskar, helbestvan û romanivîsê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost ku wekî nûnerê Kurdistanê beşdarî festîvala navnetewî ya helbestê “Ditet e Naimit” (Rojên Naim Fraşeri) ya li Makedonyayê bû, di medya Tirkiyê de rastî êrîşan hat.
Medya Tirk Jan Dost wekî PKKyî û propagandaya terorê dike nîşan da û ew bi heqaret kirin û rexneyên li êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava tawanbar kir.
Jan Dost bertek nîşanî wan nûçeyan da û li ser hesabê xwe yê medya civakî yê twitterê got, kî terorîst e yê ku zarokan dikuje yan yê ku li ser wan digirî?
Jan Dost parvekirina xwe bi hastaga #Turkey_kills_our_children belav kir û bertek nîşan da.
Who is he terrorist?
— Jan Dost جان دۆست (@JanDostofficial) October 22, 2019
Who is the terrorist? Who kills children or who cries on them
terorîst e?yê ku zarokan dikuje yan yê ku li ser wan digirî?
Terörist kim? Çocukları kim öldürür veya onlar için ağlar?#Turkey_kills_our_children pic.twitter.com/dwfD99QJcv
Jan Dost wek nûnerê 'Kurdistanê' bo festîvala Makedonyayê hat vexwendin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin