PeyamaKurd – Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî Nadiya Murad û bi sedan jinên Êzidî yên li Amerîkayê dijîn, bi hinceta ku şîrketa çîmentoyê ya Fransî Lafarge destekê dide DAIŞê doz lê vekirin.
Bi sedan jinên Êzidî bi serkêşiya xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê Nadiya Murad, li dijî şîrketa çîmento ya Fransî Lafarge li dadgeha federal a New Yorkê "bi hinceta ku piştgiriya DAIŞê dike" doz vekirin.
Murad û jinên din ên Êzîdî, Lafarge tometbar kirin ku bi milyonan Euro bacê dide rêxistinên terorîst, di nav de DAIŞê, ji bo berdewamkirina çalakiyên xwe li Sûriyê, û daxwaz kirin ku kompanî tazmînatê bide Êzîdiyan.
Di dozê de parêzera mafên mirovan Amal Clooney, hevjîna lîstikvanê navdar George Clooney û dîplomatê berê yê Amerîkî Lee Wolosky, jinên Êzidî di dozê de cih digirin.
Clooney di daxuyaniyekê de wiha got: "Tiştê sosret e ku şîrketek cîhanî ya pêşeng mil bi mil bi DAIŞ re kar dike dema ku DAIŞ sivîlên Amerîkî îdam dike û jenosîd li dijî Êzîdiyan pêk tîne."
Di hincetkirina dozê de hat gotin, "Lafarge beriya, di dema êrîşên hovane yên DAIŞê yên li dijî Êzîdiyan û piştî êrîşên hovane yên li dijî Êzîdiyan, pere dida DAIŞê."
Lafarge qebûl kir ku piştgirî dide DAIŞê
DAIŞê di Tebaxa 2014an de êrîşî Kurdên Êzîdî yên li navçeya Şengalê ya Mûsilê kiribû, bi hezaran kes qetil kiribûn û bi hezaran jin û zarok dîl girtibûn û rastî îstîsmara zayendî hatibû.
Nadiya Murad di sala 2018an de xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt ji ber hewlên wê yên ji bo misogerkirina naskirina navneteweyî ya tawanên mirovî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin.
Murad têkildarî mijarê got, "Dema ku DAIŞê êrîşî Şengalê kir, malbata min qetil kirin û ez weke kole hatim girtin, her roj rastî îstîsmar û êrîşan hatim, heta ku ez rizgar bûm."
Murad amaje bi wê yekê kir ku ew di nava Êzîdiyan de ne bi tenê ye û got, “Ev rastiyeke bi hezaran jinên Êzidî ye. Tiştê trajîktir ew e ku tirsa ku me jiyabû di bin hişyarî û bi saya piştgirîya kompaniyên hêzdar ên wekî Lafarge de pêk hat."
Di Cotmeha sala borî de, şîrketa Lafarge li dadgeheke din a Amerîkî tawana ku wê pere daye DAIŞ û komên din da ku karibe li Sûriyê kar bike, qebûl kir. Lafarge razî bû ku 778 mîlyon dolar ceza bide.
Malbatên alîkarekî Amerîkî û leşkerên Amerîkî yên ku ji aliyê DAIŞ û Eniya El Nusra ve hatin kuştin an birîndar kirin jî di Tîrmeha îsal de dozek bi heman rengî li dijî Lafarge vekiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin