'Armanckirina kestiyên li Deryaya Sor çareseriyeke navneteweyî dixwaze'

'Armanckirina kestiyên li Deryaya Sor çareseriyeke navneteweyî dixwaze'

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku armancgirtina Hûsiyan li keştiyên li peravên Yemenê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder di civîna xwe ya çapemeniyê de li ser armancgirtina keştiyeke petrolê ya bi ala Norwêcê li beravên Yemenê li Deryaya Sor axivî.

Ryder çalakiya ku mijara gotinê ye wekî "bêîstiqrarker" wesif kir û got: "Ev pirsgirêkek navneteweyî ye û çareseriyek navneteweyî hewce dike."

Ryder da zanîn, armancgirtina Hûsiyan a li keştiyên li peravên Yemenê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û got, "Em rewşa li Deryaya Sor cidî dinirxînin. Di vê mijarê de xeletiyê nekin."

Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike, do ragihandibûn ku wan keştiyeke petrolê ya Norwêcê ku ber bi Îsraîlê ve diçû armanc girtin ku bersiv neda hişyariyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin