PeyamaKurd - Lûtkeya Aborî ya Silêmaniyê bi beşdariya serkirde û siyasetmedarên payebilind dest pê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di lûtkeyê de gotarek pêşkêş kir û diyar kir ku pêşketina Kurdistanê pêwîstî bi wê yekê heye ku rola wê berfirehtir bibe û jîngeheke yasayî û ewlehî ya guncaw ji bo veberhênanê bê afirandin.
Barzanî anî ziman ku dema wê hatiye ku Herêma Kurdistanê ji aboriyeke bikarber ber bi aboriyeke hilberîner û cihêreng gavan biavêje.
Derbarê peywendiyên bi hikûmeta federal re, Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin ku divê nakokiyên siyasî nebin asteng li beramberî bazirganiyê û pirsên wekî budce, mûçe, neft û gazê divê xwediyê çareseriyeke destûrî ya daîmî bin.
Barzanî her wiha tekez kir ku ew Iraqeke wisa dixwazin ku tê de yasa û destûr serwer bin û mafên hemû pêkhateyan di bin ewlehiyê de be, lewma divê dawî li nakokiyan bê anîn û bi rêya diyalogê pirsgirêk bên çareserkirin.