PeyamaKurd – Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, îro bi armanca gotûbêjkirina werza nû ya parlamentoyê û nivîsîna destûrê, bi serokên fraksiyonan re dicive.
Li gor zanyariyan, biryar e roja Sêşemê 23.08.2022 di saet 23:00an de, Lijneya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi serokên fraksiyonên Parlamentoya Kurdistanê re bicive.
Herwiha hat eşkerekirin ku civîn ji bo gotûbêjkirina pirsa nivîsandina destûrê û amadekariyên parlamentoyê ji bo destpêkirina demsala nû ya yasayî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin