Li Hakkariyê 2 kesên ku spora xwezayî dikirin can dan

Li Hakkariyê 2 kesên ku spora xwezayî dikirin can dan

PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Ali Yerlikaya ragihand ku du kesên li Çiyayê Cîlo spora xwezayî dikirin can dane û 2 kes jî birîndar bûne. Birîndaran bi helîkopteran birine nexweşxanê. Yerlikaya di ser hesabê xwe yê Twitterê de rûdanê weha ragihand:

“Li devera cemedê 4 sporvanên ku li devera Cîloya Hakkariyê sporê dikirin, ji ber şikestina cemedê, asê man û têmên lêgerîn-rizgarkirinê yên cendirmeyan (JAK), AFAD, UMKE û lêgerînerên xwebexş 2 roj li wan geriyan. Mixabin 2 kes ji wan can dane û her 2 kesên din bi helîkopterê birine nexweşxanê.

Ji bo malbatên kesên can dane sersaxiyê û ji bo brîndaran şîfayê dixwazim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin