Trump dîmena ku di Twitterê de belav kir jê bir

Trump dîmena ku di Twitterê de belav kir jê bir

PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump dîmenekî ku di Twitterê de parvekir û li ser nîqaş çêbûn, piştî parvekirinê jê bir.


Di dîmen de alîgirekî Trump, dema protestoyên li dijî rêvebirîyê dibêje, ‘’hêza sipîyan’’
Ew dîmen, li Florida dema protestoyên bo George Floyd hatiye tomar kirin, tê de nîqaşên dijber û alîgirên Trump têne bihîstin.


Di dîmen de, xwepêşandanerek ji alîgirekî Trump re dibêje ‘’nijadperest’’ û ew destê xwe radike jor dibêje ‘’hêza sipîyan’’
‘’Hêza sipîyan’’ ji alîyê komên ku sipîyan ji kesên din bilindtir dibînin tê gotin.


Trump ew dîmen bi gotina ‘’Spas însanên pir baş yên The Villages’’ parvekiribû. Wî par, serdana wê derê kiribû.

Di derbarê de Qesra Sipî dîyar kir ku, Trump heyranê The Villages e û wî ew slogan nebihîstiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin