Mesrûr Barzanî bang li Kazimî kir: Divê gavên pratîk bên avêtin

Mesrûr Barzanî bang li Kazimî kir: Divê gavên pratîk bên avêtin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 2yê Gulanê li ser êrîşa şevê din a moşekî li sînorê navçeya Xebat ku sektora enerjî û petrola Kurdistanê kiriye armanc peyamek belav kir.

Serokwezîr Barzanî got: “Ez ji birêz Serokwezîrê Federal (Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî) daxwaz dikim, pêngava pêwîst û pratîk were avêtin.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ez êrîşa moşekî ya şeva borî ya bi ser sînorê navçeya Xebatê de, bi awayê herî tund şemezar dikim. Ez ji birêz Serokwezîrê Federal daxwaz dikim, pêngava pêwîst û pratîk were avêtin ji bo sizadana komên têkder ên ji yasayan derçûne û ji bo pêkanîna lijneyeke hevbeş bo cîbicîkirina rêkarên pêwîst li ser kontrolkirina wan deverên ku bûne gef li ser aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Herwiha Mesrûr Barzanî got: “Ev êrîş, êdî nabe berdewam bin û divê helwesta cidî hebe û ji bo bidawîbûna van destdirêjiyan rêkarên pratîk werin pêkanîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin